Kurdish Youth Club
Kurdish Youth Club
Press Release
Event Schedule
Confirm Talent show
Nominate a Talent
Confirmed Speakers
Addresses
Movie & Play
به‌ کوردی
Bi Kurdi
Hotel Reservation
Bi Kurdi


Yekemîn Festîvala Kurdî a KYC

Atlanta GA  Rêbendan 15-17, 2010

3 Rojên Bêdawî Fêrbûn û Şahî


Festîvala Kurdî pîrozkirina kelepora Kurdî a li Amêrîka ye. Festival wê sê roj berdewam bike. Herkesên Kurd û neKurd bi raborîya xweya cuda li Atlanta, GA wê kom bibin. Festival wê di dawîhefteya bîranîna Martin Luther King Jr. li Rêbendan 15, 16, û 17, 2010 pêk were.


Festival Kurdî ji bo pîrozkirina kelepora Kurdî ya zêdetirîn 8000 sal kom dibe. Festival wê gelek hêlên jiyana Kurdî wek; filmê Kurdî, wêje, mûzik, dîrok, dans û şahiyên heyî ronî bike û herwiha destgehên li ser serokatî, komkirina diraf û rêveberiya pozberî wê di festivalê de cî bigrin.


Ev cara yekem e Festîvala Kurdî wê perwerdehî û şahiyê bîne cem hev û yekgirtiyek nû ava bike. Festival wê sê şevên bi mûzik, dans û şahî; bi stranbêj û mûzikjenên navdar, darbixe. Herwiha wê du rojên destgehî û hîndarî jî pêk were.


Li beşa bi navê Kurd Jêhatî Bûn (Kurds Got Talent), Festîvala Kurdî wê pêşaniya jêhatîbûn a yekem û herî mezin li Amêrîka pêşkêş bike. Pêşbirk ji bo hemî kesî vekirî ye. Gelek stranbêjên Kurd hatin vexwendin ku bi awayekî zindî nerît bikin û pêşbaziyek ji bo nave Yekemîn Stranbêjê Kurd 2010 li Amêrîka li darbixin. Kurd Jêhatî Bûn wê gelek hêlên cuda a çanda Kurdî ji kincên kevneşopî heta cureyên helbestan û stranên nûjen, şano û henekkarî. Sê kesên serkeftî wê xelat wergirin. Ji kerema xwe alîkariya me bikin ku me bide nasandin bi kesên jêhatî yên li civaka we de bi riya têkiliya malpera KYC.


Beşa perwerdehî a festivlê wê nîgarên serekeya nûjen a Kurdî, polîtik, mûzîk, dîrok û wîje derxe hole. Hêleke cuda a festival wê destgehên piçûk be ku alîkariya ciwanan û beşdervanan li ser baştir xebat kirin, rêxistinî û plansazî bike. Destgeh bi serokatî, komkirina diraf û rêveberiya pozberî pêk tê.


Li nav sê rojên bêdawî fêrbûn û şahî de, Festîvala Kurdî wê dest bi kevneşopiyeke pîrozbahiya kelepora Kurdî bike li Amêrîka. Em we dawet dikin li vê şahiya girîng û em ê bi rûmet bibib bi alîkarî û beşdarbûna we.


Festivala Kurdî bi endam û hevalên Kurdish Youth Club (KYC) tê lidarxistin. A 501(c)3 bê-qezenc û rêxistina ciwanên Kurd a serbixwe nezirkirî ku danasîna Çanda Kurdî û piştgirî ji bo ciwanan.



Home ماڵه وهKYC Festival 2010K.Y.C ئێمه‌Activities چالاکیEducation خوێندنMedia میدیاPictures ووێنه‌Blog نووسراوه‌ کان